gerdî řêy hestawe cê dawa deka

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  3444 Dîtin
gerdî řêy hestawe cê dawa deka
bexte! małî çawî kê awa deka!
werdegêřê řû ke sucdey ber debem
hey dełê: key nwêjî řojawa deka
çawe, cêy ew şoxe bê, witim û witî:
em mela şêxe qisey bêca deka
kuştey ew çawem le cem’î kuştegan
xencerî mujgay min minhaErebî deka
da be yekbare be ba da ’umrî xełq,
dê be ba kakołekey ta ta deka
çawekey beydestî mestîşe, ke çî
her be leḧzê fîtneyê berpa deka
ew ke dił duqed deka şîrî biroy,
îke xencer bo be qed xoya deka!
zamî dił wêran û maława tebîb
małî wêranim ke mał awa deka
turkî çawî mestî, meḧwîNasnava edebî mujde bê
wa kebabî cerg û dił dawa deka