dewłemendî saḧêb pare

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
Berhema:
Şêx Řezay Taɫebanî (1831-1910)
 1 Xulek  1452 Dîtin
xeber çû bo mîre sûre
qurban şêx sałḧ meẍdûre
xoşî xoşîy pê kewt, witî:
«agire sûre le xom dûre»
kesî feqîrî bê çare
ger ’eybî hebê dyare
dewłemendî saḧêb pare
sed ’eybî hebê mestûre
agir eger le małî çê
dełên agir nîye, nûre
nenûreylê, nemûreylê
şapłîteylê, derqûneylê
qisey cûlekey meşhûre