şîrîn wekû xusrew piserî hurimze cafe

kake ḧacî kuřî kerîm aẍa
Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
Berhema:
Şêx Řezay Taɫebanî (1831-1910)
 1 Xulek  1220 Dîtin
şîrîn wekû xusrew piserî hurimze cafe
çaw mamze, lêw qirimze, îmansize, cafe
çawî řeşî fettanî weku şib řewî ’eyyar
dîn û dił û îmanî dizîwim, dize, cafe
burhane leser qudretî ḧeq ayetî ḧusnî
bo de’weyî îsbatî xuda mu’cîze cafe
aşûbî cehan, fîtneyî afaqe nîgahî
yek nefse, cehanê le desî ’acze, cafe
bo keşmekeş û ’erbede mujganî syahî
wek leşkirî teymûr û sipay cingize, cafe
tenya ne řezaNasnava edebî boy buwete bendeyî ferman
fermanî leser şah û geda nafîze, cafe