ew be hey’et kełeşêre ke be hełmet şêre

kełeşêrî neqîb
Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
Berhema:
Şêx Řezay Taɫebanî (1831-1910)
 1 Xulek  1590 Dîtin
ew be hey’et kełeşêre ke be hełmet şêre
keremit kirduwe bîstûme desa bînêre
dû mirîşkîşî legełda ke firîşkî nekewê
xirtî çend sałeye ełbete bemrîşkan fêre
barekełła ḧesen aẍay kuřî meḧmûd aẍa
kefî feyyaze, diłî wasî’e, çawî têre
ne weku şarî suleymanîye, koye be kerem
ne weku tawuq û kerkûke ne wek hewlêre
ew hemû şî’re ke nardim kełeşêrêkî nenard
ceddî e’laye, neqîb zadeye, xoy bê xêre
dostan em kełeşêre weku te’rîfî eken
bo řeza lazme em nêrekeye, ew nêre
hedyeyê ger le teref dostewe bê şukirî dekem
pêy řezamendim egerçî terefêkî kwêre
qafyey tenge nezîrey meke şa’îr zînhar
ewî lem qafye bot mawetewe her kêre