şukirî le daxt eme sałêke we ya duwe

hecwî şukirî
Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
Berhema:
Şêx Řezay Taɫebanî (1831-1910)
 2 Xulek  1737 Dîtin
şukirî le daxt eme sałêke we ya duwe
kêrim nexoşe, ḧałî perêşane, kewtuwe
carê bipirse muxlîseket çone, çon nîye?
meḧsûbe koneket, ’eceba mawe, mirduwe?
kuştey fîraqî toye, ’îlacî eger nekey
obałî bew milet ke dełêy nêrke karduwe
’emden ełêm nexoşe, mura’atî to dekem
werne demêke řoḧî becennet siparduwe
ger min diro ekem ewe daykit bipirse lêy
yaye bedestî xoy kifin û difnî kirduwe
şane û xene û ḧemmamî ḧeram kirduwe le xoy
paş řeḧmetî, ḧerame le min, swêndî xwarduwe
êsteş kirasî çiłkine, nawlingî kułkine
wek dêwełûke tûkî berî bistê hatuwe
yaye eger segirme bejêr kuřkeya biçê
her wa dezanê laqe melêkî pya çuwe
yaye ke me’berî dubrî û dîhlîzî kuzî
yataẍî eşqyaye, guzergahî orduwe
şî’rê ke to beçakî dezanî şyakeye
nezmê ke to beyanî defermûy gen û guwe
her wek tisê ke cewherî xoy derbixa be ba
namûsî xot beşî’rî sefîhane birduwe
bem şî’re bê feřane nabîye şêx řezaNasnava edebî
zeḧmet mekêşe a’îne karî erestuwe