mamekem qeḧbejne dewłetî şeddadî heye

hecwî şêx ẍefûrî mamî
Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
Berhema:
Şêx Řezay Taɫebanî (1831-1910)
 2 Xulek  3956 Dîtin
mamekem qeḧbejne dewłetî şeddadî heye
tal’î řehber û bextêkî xudadadî heye
dû sê dêy dawetê sułtan be’ît’amî te’am
her yekêkî beqeder xezneyê îradî heye
çi firûş û çi zurûf û çi zeya’ û çi ’eqar
le hemû cînse meta’ê sed û heştadî heye
em hemû genc û xezêney heye hêştaku teres
ne heway cûd û ne meylî kerem û dadî heye
ř esmî aba’î kîramî buwe asarî sexa
ne le aba’î ḧeya wu ne le ecdadî heye
ger ser û řîşî pyawaneye baweř meke pêy
batînî cûlekewu zahîrî zuhhadî heye
xoy beher sûret umêdî keremim pêy heye lêk
řiqî zorim le řeşîdî kuřî gewway heye
ř engî ker, dengî beqer, hey’etî seg, xûyî çeqeł
çawî kwêr, mexzenî kêr, meq’edî piř badî heye
zîkir û ewradî leser kêr û zeker munḧesîre
seyrî ew ḧîze quřimsaẍe çi ewradî heye
tif le kuz dakî lelay xoy kuřî hênawete der
gû beřîş babî le kin xoy emîş ewladî heye
eme gişt bawkî sermeşqî lebo dadawe
serbexo salîkî řehřew nîye ustadî heye
le girûhî ḧerema kareker û dayk û xuşk
fatim û ’asim û aman û perîzadî heye
şew û řoj çepłe be kuz lê deden û hełdepeřn
fercyan tab û tebî kûreyî ḧeddadî heye
bê ḧeyan cumle xusûsen jine sûzanîyekey
řewwişî dêłe seg û qeḧbeyî beẍdadî heye
min le kerkûkewe dênête kin em qeḧbe jine
legełim xesme felek nîyetî bê dadî heye
kûnî wu ḧîz buwe manendî řeşîd teb’î řezaNasnava edebî
hênd leber cewrî felek xatrî naşadî heye