mał mudîrî

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
Berhema:
Şêx Řezay Taɫebanî (1831-1910)
 1 Xulek  986 Dîtin
małî mudîrî ke xełkî hewlêre
herweku mûyî xaye bê xêre
sûret û sîretî le pyaw naçê
ew quřimsaẍe mêye ya nêre?
min bemexfî ke çûm û têy fikirîm
bezmî ẍewẍaye, meq’edî kêre
dîm ḧusên kirdî qesdî qetłî fetaḧ
weku yûns ke des beşmişêre
ḧeremî muḧteremî le’lî xan
xermenî ’îsmetî geray kêre
řawî řêwî hemû le bo kewłe
gurg le bo berxe dête naw bêre
beḧrî awdanî mezre’eyî fercî
cûte gun cogeye, kêrîş awdêre
witim, ey bê ḧeya to natirsî?
le xuday řoj û mang û estêre
witî, ya şêx eman, meke men’î
ehlî qûnyan beqûnî ew fêre
nîye bakim ger ew xebîse biłê
ewe eş’arî «lamî’Nasnava edebî»e kwêre