namey awat bo nûrî

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  535 Dîtin
nûrî! ey mayeyî jîn û guř û tînî awatNasnava edebî!
ey witey şîrin û cwanit hemû wek nuqił û nebat
min be awatî diłî xom negeyştim, pîr bûm
çake bê mînnetî pê hatme řêy hat û nehat
zor lemêje wituwêjit ke legeł min nebuwe
gêjuwêjim, kiř û kas, ẍem le diłim bote qełat
melî dił êste lelay to nîye, lêt torawe
be dû sê şê’rî bilawênewe, ba bêtewe lat
dełê mawêke hewałêkî nepirsîwe le min
çake aware bibim, biçme kej û kêwî wiłat