namey awat bo nûrî

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  534 views
nûrî! ey mayeyî jîn û guř û tînî awatPen name!
ey witey şîrin û cwanit hemû wek nuqił û nebat
min be awatî diłî xom negeyştim, pîr bûm
çake bê mînnetî pê hatme řêy hat û nehat
zor lemêje wituwêjit ke legeł min nebuwe
gêjuwêjim, kiř û kas, ẍem le diłim bote qełat
melî dił êste lelay to nîye, lêt torawe
be dû sê şê’rî bilawênewe, ba bêtewe lat
dełê mawêke hewałêkî nepirsîwe le min
çake aware bibim, biçme kej û kêwî wiłat