wełamî nûrî bo awat (1)

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
مەحەمەد نووری
 1 Xulek  543 Dîtin
ey be serberzî jyawî le hemû katî ḧeyat!
ey newestawî le hengawî berew berzî wiłat!
ey le gułzarî edebda gułî têrawî beyan!
ey le asmanî hunerda deşekê nêw û newat!
hîmmetî pîre depêwê hemû mewdayî zeman
pê çye bêt û nebê, řêge çye hat û nehat?
bexuda mestî hewate ewî hestêkî heye
sere pê baze le ber pêt û diłe piř le hewat
wîşkero mawe derûn û kipe mełbendî witar
qorẍî qaławe herêm çîne le çî ka ’enqat
ew diłey kangeyî hîwa bû be awat dejya
letke xwênêke le xoyda detepê kat û se’at
şemî bê«nûrîNasnava edebî» kujawey şewî tarîk û temim
were řûnim kewe emcare be enfas û du’at