wełamî awat bo mistefa êlxanîzade

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  525 Dîtin
çilon sařêj debê zamî ewîndar
’îlacî naye xawen yar û diłdar
kesêkî miftelay derdî ewîn bê
debê bew derdewe biřwate kosar
becarê şêt û pêt bê ew kesî bû
giriftarî ber û xał û xetî yar
’eşq xoy desteçîley awrî merge
çuwe her małê, her haware, hawar
kesêkî kewte dawî guł’uzaran
debê wêłî biken xełkî be naçar
le mektebxaneyî şê’ir û edebda
eto nûsray be zanayêkî wişyar
be şagirdît qebûł naka «îmamîNasnava edebî»
eto xot honerî, kakî hunerdar