namey seyîd bo awat (2)

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
سەید قادر سەیادەت
 1 Xulek  690 Dîtin
werne ser serçawekey çawim ke seyranî heye
řûn û lêłe carbecare ḧałî sîrwanî heye
gerçî barîke mijoł bo berdebazî řêgetan
kolkedarî awesûy min taqet û twanî heye
małekem kon û biçûke layeqî êweş nebê
małî dił awa herawe, cêy hemûtanî heye
gerçî wêrane wekû «cemyan» diłim aw û heway
zor letîfe wek qerîḧem teb’î cemyanî heye
ger tiraktorêk hebê mezray diłî min şêw bika
lem çya sersewzeda mewda wu meydanî heye
şîn debê towî mirad axir le mezray arezû
asman emřoke meylî tawebaranî heye
«seyîdNasnava edebî» emřo îmtîḧanî şans û bextî xoy deka
ta bizanê kake «kamîlKes» lutfî caranî heye?