wełamî awat bo seyîd

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  586 Dîtin
honerêkî pîrî wek min, kwa witey cwanî heye?
kwa guř û tîn û twanay carî caranî heye?
gwêm xerîke gwê nedate bend û baw, çawîş ewa
kem keme bê nûr debêt û ḧałî buḧranî heye
herke bîstim małeket hatotewe cemyan, kutim:
sed şukir wa hewrî řeḧmet meylî baranî heye
hatyewe bo xaneqay pîrozî babî gewreman
awedan bê zor herawe cêy hemûmanî heye
gerçî herwek moteke ser sîngî girtim pyaweket
řojwewan boxot dezanî řoj û şew janî heye
xo bełam çunke lelayen towe bû, pêy ser sere
řojwewanîş katî êwarane dermanî heye
têrupiř dexwa, heta têrtêr nebê nakşêtewe
cirit û firtî lê peya bê, ca wiçandanî heye
bo tiraktor nardibût «seyîdKesseyd qadir seyadet»! ewa pêşkeş kira
pyaweket deygut ke řojêk karî kêłanî heye
gyane «awatNasnava edebî» birsîye û bê hêz, dena bo xizmetit
ḧazre bê, çaw degêřê daxo kê nanî heye