namey seyîd bo ẍalîb û awat (1)

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  588 Dîtin
«ẍalîbKesḧacî seyd miḧemmedî nûranî, şêxî zenbîl» û «awat» dû şem bûn û diłim perwaneyek
herdeme dû car desûtam min bebê perwaneyek
carê ew deybird diłim ew carê deyhênayewe
dû tenaf bû bo diłî tenyam ke kirdibûyane yek
dest û pêy dił bestirawe, tabî zincîrî nîye
taqe hewdayek bese bo dest û pêy dêwaneyek
boye dû saqî be dû cam dêne ser asoy diłim
dyare bo mestêk keme yek saqî û meyxaneyek
řemzî ’eşqe wa be dû seyyad be dûy seydêkewen
ger ne teyrî dił esîr nabê be daw û daneyek
min legeł xom û xuday xom ’ehd û peymanim heye
biçme ser kewser bebê wan namewê peymaneyek
«ẍalîbKes» û «awatKes» dû cananey minin, dił pêm dełê:
toş dû car bimre «seydNasnava edebî»! hercare bo cananeyek