namey seyîd bo awat (2)

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
سەید قادر سەیادەت
 1 minutes  724 views
werne ser serçawekey çawim ke seyranî heye
řûn û lêłe carbecare ḧałî sîrwanî heye
gerçî barîke mijoł bo berdebazî řêgetan
kolkedarî awesûy min taqet û twanî heye
małekem kon û biçûke layeqî êweş nebê
małî dił awa herawe, cêy hemûtanî heye
gerçî wêrane wekû «cemyan» diłim aw û heway
zor letîfe wek qerîḧem teb’î cemyanî heye
ger tiraktorêk hebê mezray diłî min şêw bika
lem çya sersewzeda mewda wu meydanî heye
şîn debê towî mirad axir le mezray arezû
asman emřoke meylî tawebaranî heye
«seyîdPen name» emřo îmtîḧanî şans û bextî xoy deka
ta bizanê kake «kamîlPerson» lutfî caranî heye?