koçî xêr

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  834 Dîtin
barî best, xêrbê, dełên bo cennetulme’wa deçê
herkesê pyawî xuda bê, gyanekem! awa deçê
şêrî meydanî xudanasî ’elî bû ’a’îlî
twêşûyî hełgirtuwe, bê tirs û bê perwa deçê
ew le pêş çaw çû, bełam her mawe wêney wî le dił
herkesê wêney ewî bê, xoş serusîma deçê
xem mexon yaran! mełên řoyî «’elî» şêrî xuda
pak û řûsûr bo ḧuzûrî ḧezretî mewla deçê
herkesê řûsûre wek ew deçte meydanî ceza
xo ewey wek «kamîlNasnava edebî»yişe, bê ser û bê pa deçê