koçî xêr

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  64 views
barî best, xêrbê, dełên bo cennetulme’wa deçê
herkesê pyawî xuda bê, gyanekem! awa deçê
şêrî meydanî xudanasî ’elî bû ’a’îlî
twêşûyî hełgirtuwe, bê tirs û bê perwa deçê bo wefatî «babe’elî ’a’îlî» xezûrî awat
ew le pêş çaw çû, bełam her mawe wêney wî le dił
herkesê wêney ewî bê, xoş serusîma deçê
xem mexon yaran! mełên řoyî «’elî» şêrî xuda
pak û řûsûr bo ḧuzûrî ḧezretî mewla deçê
herkesê řûsûre wek ew deçte meydanî ceza
xo ewey wek «kamîlPen name»yişe, bê ser û bê pa deçê