şarî dił

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  5805 views
min dełêm şarî diłim baẍ û gułistane, keçî
’eqił ełê na, qesebey şořşî mestane, neçî
min dełêm nuxteyî ew řewzeyî řîzwane, deçim
ew dełê na, řeşe, cêřawgeyî şeytane, neçî
min dełêm mesken û aramgeyî canane, deçim
ew dełê serbeserî têk çuwe, wêrane, neçî
min dełêm cêgeyî her şêt û cinûnane, deçim
ew dełê na, zedeyî penceyî perîyane, neçî
min dełêm merkezî esrarî ḧerîfane, deçim
ew dełê cê teme’î çawî ḧesûdane, neçî
min dełêm wextî xeter me’men û qełẍane, deçim
ew dełê kunkune, cêgey serepeykane, neçî
lew hemû çûn û neçûne serî sûř ma «kamîlPen name»
min dełêm cwane biçim, ew dełê wa cwane, neçî