birayetî

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  887 Dîtin
çende benirx û çake, birakem! birayetî
çend pîse, çend giławe, kesî min! cyayetî
bo kurd cya le yektir û teşwîş û gîrudar
yekcar lemêje, dûr û dirêje ḧîkayetî
herçend zemane cewrî le sermane, xul deda;
ba em xuleş nekeyn lewî, gyane şikayetî
sûřêkî dîş be sûdî me dexwa, sebir gire
ta ser nîye gedayetî û padşayetî
ca to ke řûne lêt geř û çerxuxulî zeman
menwêne bê miruwetîy û bê kîfayetî