tobe bê

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  744 Dîtin
min segêkî řût û qûtî řanekey tom, tobe bê!
pet le mil, amadebaşî şwanekey tom, tobe bê!
to tebîbî ḧazîqî derd û bełay, min derdedar
diłnexoş û çaweřêy dermanekey tom, tobe bê!
birsîy û bêwaz û bê hêzim, le derkit kewtûm
çaweřêy luqmêkî çewr û nanekey tom, tobe bê!
ger biłêm lew nesle pakem, xo diro nakem, bełam
řûy dewê lew nesle bim, gawanekey tom, tobe bê!
nîsbetî xaşak legeł gułzarî baẍî cennetit
çon bikem min? xakî derkubanekey tom, tobe bê!
to şehenşahî cîhanîy û emîrî îns û can
min feqîrim xo, geday derbanekey tom, tobe bê!
heste «kamîlNasnava edebî» řû de derkî seyîdî serwer bike
her biłê qurban! segî asanekey tom, tobe bê!