bêşkey şikaw

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  605 Dîtin
min feqîrêkî řeş û řût û le derkan derkiraw
toş xudayêkî kerîm û derke awałekiraw
řûm le derkî toye ey xawen keřem, sa luqmeyek
şermesar û řûřeş û zor milkeç û abřûtkaw
herçî e’zame leberyek çû, le ber derd û ẍemim
dar û perdûy lêk tirazawe wekû bêşkey şikaw
sîpelak û cerg û dił, hêz û henawim lê biřa
qalbêkî çoł û hoł wek małî hîç têdanemaw
to ’ecayb may «îmamîNasnava edebî» bew hemû derdanewe!
kêye emřoke wekû to bendî cerg û diłpisaw?