dûrkewtinewe

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  635 Dîtin
to çûye wiłatê ke nebînim eserî to!
dûr kewtî le min takû nebîstim xeberî to
ey nûrî dił û quwetî ejnom, bese dûrî!
řoḧim wekû perwane geřa dewruberî to
ew ḧałet û hoş û hunerî ewdeme min bûm
êstê nîye taqî, hemû qurbanî serî to
dił herwekû ’ewdałe le dût, tałe jyanî
çawim wekû awpaşe le řêge û guzerî to
řeḧmê bike bem řîşe sipî û çawe piř awe
netzanî le dił ḧesteme axir seferî to?
ey min be fîday řoyn û koç û seferit bim!
çit kirdibû axir ke weha derbederî to
heste werewe, gyane webałit be milî min
westo degirim şerte hemû xêr û şeřî to