yekgirtin

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  931 Dîtin
řapeřîn, yek dekewîn, yek bikewîn serdekewîn
gelî êmeş hemû xwazyarî hewa û aw û zewîn
kurde zor car buwe kem zorî weser zor bikewê
qet mełê dujminî me zore, bełam ême kemîn
ger le ser kilke legeł me, wekû marî cengî
lêy metirse, fiřufîşałe, le řêy danê kemîn
xewî zor bû gelî êmey le quřî ẍefłet xist
merd û merdane werin, tobî xuda, ba nexewîn
her şewe bo me bira, katî gemaroy dujmin
ta bizanê netewî, ême hemû pyawî şewîn
gerçî řê esteme, piř diřke, eger têkřa bîn
lew hemû benden û şax û çiře zû têdepeřîn
ger hełoye netewî, bote kułoy ser řêman
ew ke xawen guř û dendûke, meger ême kewîn?
peřupoy hełdewerênê netewey kawe bira!
gel eger yek kewê, dagîrkerekan nexşî zewîn
şûłî barîk ke hemû pêkewe bayden, pitewn
ba hemû dest bigrîn pêkewe, takû nenewîn