we’iz û tełqîn

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  846 Dîtin
min û dił ’aşiqî her zerq û berqîn
be pîrîş gwêm nedaye we’iz û tełqîn
meke to basî tobe, wa’îzî pîr!
min û dił xo le tirsî to detoqîn
min û yar hên be sergermî jyawîn
le xoşî yektirî piř şewq û zewqîn
şukur zistanî emsał wek behar bû
hemû kanyawekanî kêwî toqîn
be kwêrî dujminim, řêwban kirawe
hemû cêjwanekan her man û baqîn
ke řiq’estûre mařizbab, řeqîbim
biła hełmasê wek masî le ber qîn
«îmamîNasnava edebî» ewkeřet ew deste şê’ret!
le ser wezin û le ser şêwey ’êraqîn