perwîn

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  729 Dîtin
ewî wa xakî řeşî bote serîn
ewe estêreyî asman «perwînKes»
gerçî her tałî le řojgarî çêşt
xo bełam herçî witey bû şîrîn
xawenî em hemû honrawane
swałkere êste lebo yek yasîn
çake hawałî lewî yadê biken
diłî bê yare, hemîşe xemgîn
xoł le ser çaw be xuda naxoşe
berdî ser singê giringe û sengîn
herkesê gewre û xawen małe
hate em cêge feqîre û miskîn
herdemê hat û ecel hêrşî kird
çareyî dî nîye ẍeyrî temkîn