yekyetî

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  642 Dîtin
karger û řenicber û werzêr û hemû çîn û deçîn
bo bedesgirtinî mafî gelekem yek dekewîn
şewî negbet çuwe, řojman le kelî azadî
hateder, xałe desa heste le xew, labe serîn
ser le ser řêgeyî azadî neçê barî leşe
wekû go ber şeqî den çake, kuřukałî betîn
des dene dest û werin ey gelî aza û nebez!
derfete, êste le nêw ême ne řiq mawe ne qîn
jêrçepokey em û ew her beşî êmey merd bû
ba lemewlawe be azadîy û serbestî bijîn
yekyetî pê dewê her mîlletê hestî jîn ka
werin ey karger û werzêr û hejar û miskîn!
«kamîlNasnava edebî» emřoke dełê řojî hele, des degrîn
şayî azadîye, bê tirs û xefet hełdepeřîn