ax û sikała

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  579 Dîtin
min û biskî le bejnî berzî hałayn
wekû yek, derdedarî bejin û bałayn
meken lomey min û kezyey biławî
ke awbirdey cwanî û ał û wałayn
dem û çawî eger suẍra wu kubřan
legeł dił boye sergermî mutałayn
legeł bulbul be coş û kuł le baẍî
be řoḧ wa muşterî bazařî kałayn
min û kezyey wekû marî birîndar
«îmamîNasnava edebî» xawenî ax û sikałayn!