pê pestim

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  700 Dîtin
wek qełem dayîmen syakarim
boye bew zulfî towe dił bestim
gerçî pîrim be ’îşqî to, seyre
keçî cwane kelam û hełbestim
çawekem, çawî to be wişyarî
deřfênê diłim, dełê: mestim
çûme baẍî gułan û lêy kewtim
wek cile, bê seda û pê pestim
bełkû to bêyte baẍ be ser minda
řabrî; boye mat û bê hestim
be řeqîbî segim biłê bes bê;
hênde hat ew le dûm, le pêy xistim
deçme kêwan dełêm minim mecnûn
wêłî me’şûqeyêkî jêrdestim
wekû çon «qeysKes»y kirde małwêran
emnî xist le pê ke hełnestim
bimkujê û bimbiřê be xencer û şîr
wek «îmamîNasnava edebî» le pêşî řawestim