deway diłî zarim

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  675 Dîtin
be gwêy zemane biga gyane axo hawarim?
weřez le jînim û bûnim, heras û bêzarim
temen tewaw buwe, emma teme’ wekû xoy ma
le bejnî berz û le akarî cwanî diłdarim
kesê ke pirsî le min, pêy biłên: wekû mecnûn
le zerd û mahe, le herd û telane asarim
řefîqî caneweranim, esîrî bendî ewîn
hemîşe řûtełî nêw baẍ û deşt û kosarim
nexoşî derdî ewîn bê ’îlac û dermane
bedaxewe nîye çare û deway diłî zarim
dû maçî lêwe, ewîş pêwe demirim û nabê
nesîbî ew diłî wa piř le derd û azarim
«îmamîNasnava edebî» herwekû kwêr çaweřêye çawî hebê
keçî bedaxewe her kwêre çawî bîmarim