textey ser’aw

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  720 Dîtin
sazam be xuda çabû legeł her xem û derdim
wêstam le beraber hemû sextîm, ke merdim
danîştû be her deşt û byaban wekû tozim
carêk ke le dûy qafłe hestim wekû gerdim
ga tozim û ga gerdim û ga derdim û ga merd
biřwane legeł ḧadîse merdim, be neberdim
besrawe hemû şeşderî dunya le minî zar
lem texteyî ser awe nema moreyî nerdim
sed çel diłî «kamîlNasnava edebî» çełeme û tengî weber hat
bew ḧałewe her mawe, temaşa diłî berdim