becê nayê debê řû keyne sara

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  10676 Dîtin
becê nayê, debê řû keyne sara,
ḧeqî adabî mecnûnî le şara
ke çerx eskenderî dî derdedare
witî: em hem buwe hem derdî dara
heta ḧeq nasîre, her ḧeqme menzûr
wekû mensûr eger bimken be dara
negeyme ew cwane û geyme pîrê
meded ya pîrî pîranî buxara
le ber zar û nezarê bûme wek pûş
de emca řabwêre min be zara
meger to ’erzî ḧałim key le kin yar
qełem, saẍî qise, min nîme yara
leřim dî zahîd em zistane, zanîm
kilk nada be ziřpingî behara
were destê be xûnim ke nîgarîn
xwênî min ḧełałit bê, nîgara!
zû ew şoxe le ’aşiq werdeçerxê
legeł kes, çerxe ew naka mudara
mujey xwênê deka her leḧze, seyre
emende guł le bin yek nûke xara
ke şik bem meḧuyaNasnava edebî her şerbetî merg
le ser erza nye awî gewara