bergî ’îşq

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  295 Dîtin
kirasî ’îşqî to diłî lê kiřîm
xeyatî ezel be bejnî biřîm
boye gerdenim hatîte ejno
pencey xwênawît yexey dadřîm
herçende wîstim neykeme ber xo
îrade wa bû be milîda biřîm
şertîşt wa bû nemkey řenceřo
keçî bo şax û deryat hełbiřîm
wênem le dyarit cwanîy toy dego
le çerxî řûmet bo nawit siřîm
bo lêm napirsî ḧałim bo to gyane
le lêwane û le axir şeřîm
samîNasnava edebî nûsîbwî şerit û giftugo
mergewerîş hat hemûy lê diřîm