bergî ’îşq

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  293 views
kirasî ’îşqî to diłî lê kiřîm
xeyatî ezel be bejnî biřîm
boye gerdenim hatîte ejno
pencey xwênawît yexey dadřîm
herçende wîstim neykeme ber xo
îrade wa bû be milîda biřîm
şertîşt wa bû nemkey řenceřo
keçî bo şax û deryat hełbiřîm
wênem le dyarit cwanîy toy dego
le çerxî řûmet bo nawit siřîm
bo lêm napirsî ḧałim bo to gyane
le lêwane û le axir şeřîm
samîPen name nûsîbwî şerit û giftugo
mergewerîş hat hemûy lê diřîm