dił toran
Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
1 Xulek
530 Dîtin
ey diłe bo řencawî be mekir û nazî çawî
nezanî taze lawî ledway zulfî xawî
bend û zincîrit eka paşî lebîrit eka
ẍembar û pîrit eka boçî le xewda mawî
katê diłî lê sandî, cergî be çeng pisandî
heynê dezanî mandî be şaxanîda dawî
be çawan û dû ebroy detxate nałîn û řoy
her bo seyr û keyfî xoy agirî le diłî berdawî
samîNasnava edebî ewa westawe lew mekir û sîḧir û dawe
etoş xeyałit xawe xot bawêye gerdawî