temaşay biken

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  274 Dîtin
ew bejin û bała û ew dîde cwane
serkułmey dełêy xunçey baẍane
wa şoř buwetewe dû sêw le sîney
kê pêy geyand û çon bê xudane
***
yekêk neykat û agay lê nebê
bo demêkî mê demê nêr debê
çira nekirabê newtî tê nekey
agirî bo nebey çon wa pê debê
***
dengî gewre bê ker gwêy mûç deka
dezanî yekêk ew dengey deka
bîr dekatewe samêkî degrê
fîkirî le bûn û mirdinî xoy deka