fêse cwaneket

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  316 Dîtin
bew fêse sûrey wek gułî henar
diłim derdênî ta bîdey le dar
be zulfî çîn û zerd û têkaław
çunkî letawit denoşim taław
lay me’şûq waye bexşîn û xełat
’aşiq bot bimrê û řeqîb bête lat
ahî ’aşiqan wekû agire
nek bisûtênê diłyan řagre
le xwa bitirse samêkit hebê
le mêjûy ’aşiqan namêkit hebê