pirsyar le ba

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  284 Dîtin
ey ba oẍir bî řû le kê dekey
le kam cobar û baẍî kê dekey
baweşênî řûy bałay kê dekey
deçîye lay xunçey dem tengî piř aw
yan le şaxan û le bêstûn dekey
bîbey bo yarî zulf têk’aław
yan le gyanî mem le gerdûn dekey
ke şîrînî lê bû be jar û merg
yan ferhadî bêseruşwên dekey
nexoşî û letbûne text û berg
yan le yarî min bo name birdin
ḧałî çone bo bîr û dił birdin
samêkî naka daxwa le mirdin
ke bendî suxmey le min katewe
bo xakî ber pêy diłim datewe