ew diłe buwe çî
Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
1 Xulek
466 Dîtin
dił birîndare be ebro û dû mujey wek xencerit
xałî kułme û zulfî xaw û herdû lêwî şekkerit
wa fîdakarin bixuru û şermezar miskî xuten
giştî serşoř û kenîzey bay henasey ’enberit
wa mem û ferhad û mecnûn çaweřêy namet eken
bêne kořî şehsiwarît bibne koyle û mîhterit
hende ’eyar û bemekirî sed hezaran samîNasnava edebîya
wa becêmawin le sîḧrî çawekanî diłberit
her wekû awî ḧeyatî wek xidir xwardî û nemird
namirim min ger bixom lew awî ḧewzî kewserit
şayetî şakey zuḧakKes û hêzî key espendîyar
nabête řîzî yekêk lew kemtirînî nokerit
gêw û goderz û şecî’î řostemî mazenderan
nabête salarî wekû to bête qel’ey bê derit
çendî eş’arî cewanît çendî gut samî nebû
şêrdiře û şêrzad û kabul kewte gêjî benderit