le nałîn

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  285 Dîtin
şew xelas û çaweřême řojî řûy yar hełnehat
namey bûn û nebûnî her dełên hat û nehat
bo be dax û derdî dił wek hate hatî řomîyan
jînekey xunçe debexşî û koçî ’aşiqan her nehat
xunçe pişkutin le baẍan bonî bo bulbul nehat
şew be nałîn û beyan hat xewtû çawî hełnehat
wek min bêhoş û bîr û řenceřo û dêwane bû
çaweřêy ’etrî henasey zulfî xawî her nehat
***
êsta bê lane û hejar û diłişkay ew xaneme
le dewrî laley řûy her wekû dêwaneme
naḧez û bedkar le textî naz û aramî heye
min lelay duřiř û dirêẍa wa wekû bêganeme
çendî bendî zulfî xaw û danexurî daneme
pasewanî gencî ḧusnî ew hemû samaneme
wa le dewrî gerdenîda aługořî zulfekan
hêşta bêsamim le kuştin ’aşiqî merdaneme