biro û birjangit

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  273 Dîtin
tîxî mijanit lê hełkêşawim
şîrî ebroket lê derkêşam
gunahim çîye le cergim dedey
xoşît damê yan mergim pê dedey
katêkî gutim diłim bêtewe
her wekû xake lejêr pêtewe
dił her îy toye naçête lay kes
hendey zyade heta dełêy bes
şerte lejêr pat carêk nenałê
bîsûtênî yan derkêşî bałî
kes nałê çitkird samit nemawe
xawenî xotî toy la tewawe