şertêke ke kirdûme be peyman û dił û can

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  316 Dîtin
şertêke ke kirdûme be peyman û dił û can
derçuwe le demim derçuwe û dawme be řeyḧan
ta mawe řuḧim nuḧe le çawim wekû ye’qûbKes
her dêt û debabê le tawî yusfî ken’anKes
dê ’etrî henasey demî xunçanî le baxan
mutrîbe bulbul saqî çił û xunçe le xendan
way xoşe nesîm dêt û ke xunçan dehejênê
xunçe bijê û neẍme bê bulbul xoşe be’înwan
nałeyî ’îşq û ḧezînî her bezmî şîfaye
bê beş bî eger zêdeye bo hatnî luqman
her awe şîfa bo sebebî xunçe ne pişkut
yan yarî dewê ’aşiq û yan daynê be fewtan
bê sûde tebîb hatnî ser ’aşiqî şeyda
çarî heye her derdê beła hestî be derman
wa têmege samîNasnava edebî le şî’ir mexsedî zułfe
le milî meke zułfî syat û pêy meke buxtan