perçemî çîn çîn leser řûy herke dête pêşewe

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 2 Xulek  323 Dîtin
perçemî çîn çîn leser řûy herke dête pêşewe
pêçe bû ger hate kułşen çaweřêm key dêtewe
wek ẍezale ew le seḧra carbecar lêm win debê
carbecarîş dête berçaw carê dê win bêtewe
diłî birdim ew dizey çaw mamze çon řaypeřand
kewte dawî zułfekanî taze derçû bêtewe
şêxî murşîd ger bîbînê weyl û sergerdan ebê
’eynî mecnûne lebeřye řoj û şew dexulêtewe
dête giryan û fîẍanî her degryê bê qerar
řengî xunçe û dengî bulbul her ke dête gwêtewe
şêx mirîd û sufîye boyê debê şiluẍî bika
xaneqa û tepil û murîdî dête dest û pêtewe
tîrî mujganî le cergim xencerêkî karîye
tîxî ’aşiq kuj ’ezîzan xwênî lê detkêtewe
ey řefîqan lomekarî min meken êwe û xuda
her kesê lêyda be mujgan zeḧmete hestêtewe
eşkî xwênînim le çawa wextî watanî nîyeş
ba nejîm tuxwa be cizya bimkuje û bibřêtewe
ya bipirse ḧałî min wa bo fîraqit řoj û şew
eşkî xwênînim le çawa boçî nawestêtewe
samîNasnava edebî ẍembar û hejare bo nebête baẍewan
çend xoşe dû hejaran şerit bibestin pêkewe