serincim da qed û bałay serim sûř ma çi bałaye

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  294 Dîtin
serincim da qed û bałay serim sûř ma çi bałaye
dû çaw û perçemî tatay le mêjûda nexułqaye
le xaxamî berey řomî dełên yekêk hebû emma
ewî way go debê şêt bê lenaw deryay beładaye
zułf xawe be dawî xoy diłan degrî le bendîka
emin carêk serim lêda diłim zîze û be cê maye
derî sîney bibînî to dełêy yařeb îlahî min
çi cahêkit xełq kird û çi baẍêk û çi me’waye
ne’îme yan selamî to weya fîrdews û xulde
qyamet řanebû îmřo beheşt bo hat çi qewmaye
dełê xo min ne îdrîs û beznidîtî beheştim bê
le cennetda muxeyyer bim ḧeşir samî le kê maye