kirasî ketan

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  299 Dîtin
kirasî ketan, suxme ałe
bejinit barîk, řût bexałe
diłit birdim bew çawane
le bendîxaney dawane
dû bała û dû lêwî ałe
le swêy to ḧałim bêḧałe
bîrit fiřand yadim nekey
bo le nałîn çarim nakey
le egrîce û dawî lalalit
le zengînî qed û bałat
hejarî tom leser katit
çaweřêy mûçe û beratit
be min destî mafî xome
lêqewmawî ’eşqî tome
to le samîNasnava edebî larî mebe
pişt le derd û çarî mebe