şertêke ke kirdûme be peyman û dił û can

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  314 views
şertêke ke kirdûme be peyman û dił û can
derçuwe le demim derçuwe û dawme be řeyḧan
ta mawe řuḧim nuḧe le çawim wekû ye’qûbPerson
her dêt û debabê le tawî yusfî ken’anPerson
dê ’etrî henasey demî xunçanî le baxan
mutrîbe bulbul saqî çił û xunçe le xendan
way xoşe nesîm dêt û ke xunçan dehejênê
xunçe bijê û neẍme bê bulbul xoşe be’înwan
nałeyî ’îşq û ḧezînî her bezmî şîfaye
bê beş bî eger zêdeye bo hatnî luqman
her awe şîfa bo sebebî xunçe ne pişkut
yan yarî dewê ’aşiq û yan daynê be fewtan
bê sûde tebîb hatnî ser ’aşiqî şeyda
çarî heye her derdê beła hestî be derman
wa têmege samîPen name le şî’ir mexsedî zułfe
le milî meke zułfî syat û pêy meke buxtan