ew ahuyî seḧray çîne

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  306 Dîtin
ew ahuyî seḧray çîne
bo bê řeḧim û wa bê dîne
řeḧmê naka be ḧałî min
çî lêqewma îqbalî min
ba pêkewe min û bulbul
her binałîn bo xunçey guł
ew bo xunçe û min bo ẍezal
herdûk wek yek wêrane mał
herdûk wek yek şew le nałîn
çaweřêy mijdey wîsałîn
bulbul xewt û guł pişkûtin
saqî û mutrîb tak û cûtin
dił lenaw ḧesret tawawe
bo min bo ew dan û dawe
her bo min bû danî dawî
samîNasnava edebî buwe xwên awî çawî