bew egrîcey daw bedawe bo toye cergim sûtawe

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  250 Dîtin
bew egrîcey daw bedawe bo toye cergim sûtawe
baweř ke ḧałim nemawe ’eqił û hoşim lê şêwawe
wextê dê hełdînê çawan zułfî tata û daney dawan
le dest û pêy minî bê çar be ḧelqe û pêç pêç aławe
ke aławe le gerdenim kujrawî dû çawit minim
zułfî xawit bo celladî ḧelqe ḧelqe û daw be dawe
le ḧepis û kemendit ta key bo lay min bo meyl nakey
bizanî samîNasnava edebî kujrawe le zîndan û ḧepsî mawe