dermanî derdî diłî ẍemgînî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  306 Dîtin
dermanî derdî diłî ẍemgînî
wek pelk û xunçey guł yasemînî
to lew ’esre yusfî cîhanî
to ’etir û miskî demî xunçanî
eto aramî bo diłî zarim
bo wa bê řeḧmî nayê hawarim
wa bay beyanî xunçan dejênê
bo çarê nebû bulbul hestênê
çunkî legeł min hawřêy ẍemane
boyê bê beşî awî xunçane
ca were bulbul pêkewe binałîn
herdûk çaweřêy badî şemałîn
to namey xunçe û min xom deyzanim
kemêkî dełêm lenaw dîwanim
to bo min bigrî û min degrîm bo to
to biłê xunçe guł min dełêm şewbo
le baẍ û dîwan ba ḧałî yekdî
bikeyn be eş’ar nałîn û derdî
bulbul û samîNasnava edebî ta biřîndaran
pîşe şînîme û yadî hejaran