diłim wa lenaw beḧrî cefaye

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  272 Dîtin
diłim wa lenaw beḧrî cefaye
wa lenaw gêj û mewcî hewaye
hî xełqî mije û bo zułfî tata
min çîm le keyf û bezim û sefaye
min le perwazim çîm le zułfane
le taw ḧałî xom dił perêşane
le hat û çûne wa le cewlane
biçte ser kêwî řûy hemelaye
ke ’asê buwe le fîkirî ’alem
bo leyla nîye giryan û nałem
emin zebûnî ew qîl û qalem
zincîrî ẍemî pelî bestaye
eş’arî samîNasnava edebî bo yaran nîye
bo xoşî û bezmî beharan nîye
le řêy şeytanî le karan nîye
’emrî bû be çil çî le çimaye