ewa dête gwêm nałey ẍerîbî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  298 Dîtin
ewa dête gwêm nałey ẍerîbî
debê ew nałe nałînî çî bê
dê be ḧezînî wek seday bulbul
meger le baẍan maran gestî bê
***
ew nałe çîye tuxwa baẍewan
dê lenaw pelk û xunçey erxewan
demê dił tenge dem bedił xoşî
wa denałênê le şew ta beyan
***
ya seday şînî kake mecnûne
le tawî leyla û çerxî gerdûne
wa denałênê lebo ḧałî xoy
ya bo samîNasnava edebî ye ke wa zebûne